Dereweke din a medyaya PKK’ê kifş bû

Dereweke din a medyaya PKK’ê kifş bû

Hefteya borî hinek medyayên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê behsa wê yekê dikirin ku Amerîkayê daxwaza demekê ji Tirkiyê kiriye bo vekişîna ji Sûriyê. Çavkaniya nûçe-raportan serdaneke Seroka Komisyona Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza bû ku qaşo Maenza gotiye, hikûmeta welatê wê daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku ji Sûriyê vekişe û xişteyekê (bername) jî bide Amerîkayê ka çawa û kengî ji Sûriyê vedikişe.

Lê hat hîn bûn, Amerîkayê daxwazeke wiha ji Tirkiyê nekiriye û Nadine Maenza bi rêya e-mailê ji Rûdawê re got ku ew bi serdaneke taybet li Rojavayê Kurdistanê bûye, ne wek nûnertiya hikûmeta Amerîkayê. Li ser pirsa ka gelo hikûmeta Amerîkayê daxwaza vekişînê ji Tirkiyê kiriye, Maenza bal kişand ser wê raportê ku komisyona wê şandiye ji hikûmeta Amerîkayê re.

Nadine Maenza, Seroka Komisyona Azadiya Olî ya Navdewletî ya Amerîkayê ye, wê komisyonê jî di raporta xwe ya salane de hinek pêşniyar bo hikûmeta Amerîkayê kirine, yek ji wan pêşniyaran ew e ku Amerîka daxwazê ji Tirkiyê bike ji Sûriyê vekişe. Pêşniyareke din jî ew e ku hikûmeta Amerîkayê bi fermî danûstandinê ligel Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bike. Lê heta niha jî hikûmeta Amerîkayê bersiva pêşniyara Komisyona Azadiya Olî nedaye.

Komisyona Azadiya Olî ya Navdewletî, saziyeke federalî ya hikûmeta Amerîkayê ye, lê serbixwe ye. Karê wê komisyonê, ne biryardan û axaftina bi navê hikûmeta Amerîkayê ye. Lê karê wê pêşniyarkirina siyaset û biryaran e bo hikûmet û Kongresa Amerîkayê. Daxwazeke wiha eger ji aliyê Amerîkayê ve ji Tirkiyê hatibe kirin, ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve bi fermî yan ne fermî tê ragihandin.

Pustên heman beş