Lavrov: Divê Kurd bi Şamê re diyalogeke cidî bikin

lavrov-kurd-sham

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Mosko hewl dide Kurdên Sûriyê razî bike ji bo destpêkirina diyalogeke cidî bi Şamê re û got: dive Kurd pişta xwe bi Amerîkayê ve girênedin.

Lavrov duh Înê di kongirekî rojnamevanî de piştrast kir ku Mosko di peywendiyên xwe de ligel Rêvebera Encûmena Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed û hevkarên wê, hewl dide ku Kurdên Sûriyê razî bike ji bo destpêkirina diyalogeke cidî bi Şamê re.

Lavrov amaje kir, hikûmeta Sûriyê li hember Kurdan hinek hesasî yên xwe hene û diyar kir, Şamê ji bîr nekiriye ku Kurdan di qonaxên berê yên şer de, nêzîkatiyeke dijber dimeşand.

Lavrov bi bîr xist ku du sal berê di serdana xwe ya Şam û Hewlêrê de, wî bi zorê piştgirî da fikra xurtkirina peywendiyên di navbera Kurdên Sûriye û Iraqê de bi mebesta pevguhertina ezmûna Kurdên Iraqê bi birayên xwe yên Sûrî re.

Wezîr amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka Kurd niha yek ji astengan e li pêşiya destpêkirina danûstandinên berfireh û Di berdewamiya axaftina xwe de got: yên ku çarenûsa Sûriyê diyar dikin ne Amerîkî ne.

Pustên heman beş