PKKê 6 Gerîlayên din wenda kirin

Rêxistina PKKê 6 Gerîlayên din ji dest dan ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê.

Ajansa Anadol a dewleta Tirkiyê, îro roja duşemî 17-1-2022ê ji wezareta parastina netewî veguhestîye ku artêşa Tirkiyê 6 çekdarên rêxistina PKKê, li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

Wezareta parastina netewî a Tirkiyê ciyê ku ev êrîş lê kirî eşkere nekir û tenê gotîye ew 6 çekdarên rêxistina PKKê li navçeyên operasyonên Pence Baz û Piling hatine armanc girtin.

Rêxistina PKKê li derbara ji dest dayîna çekdarên xwe tu agahî nedane, lê belê medya PKKê duh roja yekşemî gotbû ku Gerîlayan li Heftenînê derb li artêşa Tirk xistine.

Pustên heman beş