Di 2 bûyerên şewatê de 4 zarokên koçber canê xwe ji dest dan

Di 2 bûyerên şewatê de 4 zarokên koçber canê xwe ji dest dan

Li Efrîn û herêma Şehbayê di 2 bûyerên şewatê de, 4 zarokên koçber canê xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 18/1/2022an agir bi koneke kampa Avrazê ya koçberan ket û di encama de du zarok (Întîsar Sincar a 5 salî û Lîn Sincar a 3) canê xwe ji dest dan û diya wan jî bi giranî birîndar bû.

Diyar kir jî, malbat Sincar ji xelkê bajarokê Mierit El-Numan a ser bi parêzgeha Idlibê ve ne û koçberî Efrînê bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, li gundê Xernata ya li herêma Şehbayê bermîleke mazotê teqiya û di encamê de du zarok (Elî Welo ê 11 salî û Roza Welo a 12) bi giranî birîndar bûn û piştî veguhastina wan bo nexweşxaneyeka Helebê, ji ber giraniya birînên xwe her duyan canê xwe ji dest dan.

Wê rêxistina amaje bi wê da, malbata Welo ji gundê Omera ê herêma Efrînê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di sala 2018an de, koçberî herêma Şehbayê bûye.

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li kamp û gundê wê herêmê bicih bûne.

Pustên heman beş