Boriya petrola Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiya

kurdistan-boru-turkey-pkk-petrol

Li navçeya Pazarcix a Gumgumê, boriya veguhastina petrolê ya Herêma Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiyaye û ji ber teqînê agirek mezin çê bûye.

Teqîna boriyê şevê din li cihekî ser bi navçeya Pazarcix a Gumgumê û di navbera parêzgehên Gumgum û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê de çê bûye. Piştî teqînê agir bi derwrûberên rêya sereke ya Dîlok-Gumgumê ket û ew rê ji herdû aliyan ve bo hatinûçûnê hat girtin.

Kompaniya BOTAŞ ku kompaniya serekî ya veguestina petrolê li Tirkiyê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku boriya vegehestina petrola Herêma Kurdistanê li aliyê Tirkiyê teqiyaye û ji ber teqînê, agirekî mezin çê bûye.

Sedema teqînê heta niha nediyar e.

Her meh bi riya petrola Herêma Kurdistanê nêzîkî 10 mlyon bermîl petrolê henardeyî bazarên cîhanê dike.

Serokê Şaredariya Pazarcixê, Îbrahim Yılmazcan ragihand, bûyer 17 heta 18 kîlometreyan dûrî navçeyê çêbûye, wan beşeke zêde ya tîmên agirvemirandinê şandine cihê bûyerê û got, rewş di kontrola me de ye, lê şertûmercên hewayê ji karê tîman re dibe asteng.

 Îbrahim Yılmazcan herwiha diyar kir, dê ji Dîlokê jî ji bo alîkariyê tîm biçin navçeya ku ji ber teqîna boriya petrolê agir lê çê bûye.

Hêjay gotinê ye, li sala 2020 ê jî borya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji hêla rêxistina PKKê ve hatbû teqandin û vê yekê zirarên aborî yên mezin bi Herêma Kurdistanê xisitbûn.

Pustên heman beş