Hat nûkirin – PKKê di tolhldana girtina deriyê Sêmalka de, borîya Kurdistanê teqandîye

په‌كه‌كه‌-كوردستان-بۆری-نه‌وت-kerkuk-petrol

Nasnameya teqîna ku borya petrola Kurdistanê li aliyê Tirkiyê hedef kirî hêjan baş îfşa nebûye, lê belê ev êrîş bi şêwazê êrîşên PKKê pêkhatîye.

Li şeva derbasbûyî 18 ser 19/1/2022ê, borya petrola Kurdistanê li navçeyeka nêvbera parêzgehên Gumgum û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê da teqiya, şewateke mezin derket û ev yêk bû sedem ku henardekirina petrolê were rawestandin.

Kompanîya Botaş ya ku serperiştîya henardekirinê dike gotîye:  “Tişta ku çêbûy teqîne, lê belê nasnameya vê teqînê hêjan nezelale” .

Li gorî agahyên ku pêgeha “Darka Mazî” bi dest xistine, ev teqîn bi şêwaza xwe hemawayê êrîşên berîya niha yên PKKê ne ku çendîn caran li ser boryên “Kerkûk – Ceyhan ya û Kurdistan – Ceyhan” encam dane, dawî car jî êrîşa meha 11 ya sala 2021ê bû.

Tevî ku Wezareta Samanên Siruştî ya Herma Kurdistanê di vê derbarê da daxuyaniyek parve kiriye û têde ragihandiye, wusa dixuye ev teqîn ji ber kuntaka elektirîkê pêk hatibe. Lê belê, Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê ragihand lekolîn ji bo zelal kirina curê êrîşê û nasnameya teqînê dewam dikin.

Bi awayekî giştî hemû goman ji bo rêxistina PKKê diçin ku ev êrîş weke tolhildanekê ji boy girtina deriyê sînor yê Sêmalka encam da be.

Rêxistina PKKê hêjan li ser êrîşê tu zelalkirin nedane.

PKKê li 28 cotmeha sala 2020ê li Nisêybîna Bakurê kurdistanê borya petrola Herêma Kurdistanê teqand, vê taqandinê nêzî 110 milyon dolar zirar gehandin Herêma Kurdistanê.