Heyder Şeşo: PKK’ê rêkeftina Heşda Şebî û DAIŞê ragihand

Heyder Şeşo: PKK'ê rêkeftina Heşda Şebî û DAIŞê ragihand

Fermandarê hêzên Êzdxanê Heyder Şeşo ragihand; armanca PKK’ê li her derên Kurdistanê têkdana Seqamgîrî û aramiyê ye û naxwaze xelkê Şingalê vegerin ser cih û warê xwe û dibêje: “PKK ajendaya welatên din cîbicî dike.”

Heyder Şeşo beşdarî bultena nûçeyan a k24ê bû û diyar kir; PKK derfet dide destê Tirkiyê, ku Şingalê bombebaran bike û kesên ji vê yekê zirar dibînin, tenê Şingalî û Êzdî ne.

Fermandarê hêzên Êzdxanê li ser pêwendiya navbera PKK û Heşda Şebî û berjewendiyên wanên hevbeş destnîşankir; plana wan her du aliyan ewe ku xelkê Şingalê li Şingalê nemînin. Plana heşda şebî ewe ku sînorê Sûriyê kontrol bike, ku beriya niha plana Hîlala Şî’î hatiye danîn.

Heyder Şeşo eşkere kir; li aliyê din PKK jî wê derfetê dide Tirkiyê ku çiyayê Şingalê bombebaran bike û xelkê êzdî bibin qurbanî. Kesên ku zirarê dibînin, her xelkê Êzdîye.

Têkildarî dijberiya PKK’êya li dijî peymana Şingalê jî Heyder Şeşo ev nirxandin kir.

“Dema PKK hat Şingalê ji bo berjewendiyên xwe hat, ne ji bo parastina Êzdîyan. PKK hat vê herêmê, piştre li ser daxwaza Heşda Şebî bi DAŞIê re li hev kir, delîl jî eve ku dema hatin bi îtîfaq derbasî Şingalê bûn. Niha jî minetdariya êzdiyan dikin û dibêjin “Me hûn rizgar kirin”. Pkk’ê di berdêla lihevkirina bi DAIŞ’ê re bi milyonan dolar ji Heşda Şebî wergirt.”

Şeşo anî ziman ku armanca PKK’ê wê demê ew bû ku gelê Şingalê ji axa xwe derbixe û hê jî dike û got, “ji bo ku gelê Şingalê dem bi dem bi bombebaranê re bibe qurbanî, ji bo Tirkiyeyê zemînekê ava dikin û planên Tirkiyê pêk tîne.”

Şeşo dibêje: “Bi rastî PKK xelkê Şingalê û Êzdîyan naparêze, PKK berjewendiyên xwe û welatên ku piştevaniya wê dikin, diparêze.”

Şeşo wiha berdewam kir:

“PKK’ê rewşa rojava jî xirab kiriye. Ger destûr bidana gelê rojava, wê di nava mehekê de bi sed hezaran kes ji ber zilma PKK’ê birevin. Ewê ne ji êrîşên rejîma Esed û ne jî ji êrîşên topanên Tirkiyeyê birevin, ji zilma PKK’êya li ser gel birevin. Li Şingalê em dibînin ku car caran li herêmên di bin kontrola xwe de pisgirêkek mezin çêdikin.”

Pustên heman beş