Aldar Xelîl du kadroyên PKK’ê firotin rejîma Sûriyê

Aldar Xelîl du kadroyên PKK’ê firotin rejîma Sûriyê

Du kadroyên PKK’ê yên li rojavayê kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Sûriyê li Dîmeşqê hatine desteserkirin û PKK’e jî li ser vê mijarê bêdeng e.

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» li Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin, Dilşa Efrînî, kadroya PKK’ê û cêhgira Îlham Ehmed a Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyaya demokratîk û Îlham Omer Endama Desteya Hevserokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk li destpêka Cotmeha sala 2021an, bi hinceta wergirtina tedawiyên pizîşkî çûne Dîmeşqê, lê belê, piştre derbasî bajarê Al-Suwayda bûne û bi hin ji kesatiyên pêkhateya Diroz re civiyane û ji wan xwastine ku têbikoşin herêmeke serbixwe weke rêveberiya xweser ava bikin.

Van du kadroyên PKK’ê ji van kesatiyên pêkhateya Diroz re gotiye, ji boy vê yekê ew amadene kadroyên xwe yên xwedî ezmûn û şehrezayî bişînin bajarê Al-Suwayda û dewreyên perwerdehiyê yên taybet ji wan re vekin daku ji nêz ve beşdarbû haydarî armanc û çawaniya karkirina Rêveberiya Xweser bibin.

Her weha çavkaniyên Pêgeha «Darka Mazî» eşkere kirin, li dema vegerînê de ev du berpirsên PYD’ê ji aliyê saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê ve hatine desteserkirin û daxwaza zelalkirinê ji PYD’ê û Rêveberiya Xweser kiriye ka çima ji aliyekê daxwaza danûstandinê bi rejîma Sûriyê re dikin û ji aliyek din berpirsên wan diçin bajarê Al-Suwayda xelkê li dijî rejîmê han didin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, li himber daxwaza zelalkirinê ya rejîma Sûriyê ji PYD’ê, Rêveberiya Xweser û PYD’ê bêdengî hilbijartiye û xwe bi xwediyên pirsgirêka van du kadroyên xwe nîşan nedaye.

Ji aliyê xwe ve Aldar Xelîl, kadroyê PKK’ê û Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê, bê agahiya xwe di vê mijar de ragihandiye û amaje bi vê yekê daye ku kesên hatîye girtin ser bi Encûmena Sûriya Demokratîk in, ji dervey vê yekê ti helwestek li himber girtina van du kadroyên xwe nîşan nedaye. Ji ber vê yekê heya niha ev du kadroyên PYD’ê ji bal rejîma Sûriyê ve nehatine serbest berdan.

Pustên heman beş