Li Sêmalka “Şano ya Xalîfan” a PKK ê piştî mexdûriyeta gel bi dawî bû

Li Sêmalka"Şano ya Xalîfan" a PKK ê piştî mexdûriyeta gel bi dawî bû

Deriyê sînorî yê Sêmalka yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de, ji îro pê ve ji bazirganiyê re tê vekirin. Di 15 ê Kanûnê de ji ber êrîşa provoqatîf a koma çete Ciwanên Şoreşger a ser bi PKK’ê li ser dergehî kirî, derî hatibû girtin.

PKK ê li deriyê sînor ê Sêmalka bi komek xebatkarên xwe ve va nêzî 4 mehin kom kiribûn û dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê provaqasyonek dabû despêkirin. Sedema Provoqasyonê jî ew Şanoya PKK’ê û ku bi navê Xelîfan çêkiri bû.

Tevî ku dewleta Tirk daxuyakirin ku ev bûyer wan kirîye, lê dîsa jî PKK ê pêşmerge tewanbar kir

PKK’ê ragihand ku ew 7 gerîlayên di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a 3 ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dayî, ji aliyê pêşmergeyan ve hatine kuştin. Ji aliyê din ve rayedarên Herêma Kurdistanê ragihandin ku bûyereke wiha çênebûye û ti pêwendiya wan bi vê bûyerê re nîne. Tevî vê yekê jî ya ku PKK ê dixwest têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê aloz bike, loma jî bûyer bi Pêşmergeyên Roj ve girêda û medyaya xwe de jî nûçeyên derew belav kirin.

Dewleta Tirk ragihand ku van gerîlayan di êrîşa hewayî ya 3 ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dane û nasnameya wan jî aşkere kiribû.  Li rexmê vê rastîyê jî PKK’ê hewl da bûyerê veguhêze dijminatiya navbera Kurdan. Komek xebatkarên PKK’ê û mirovên wan li ber deriyê Sêmalka bi dirûşm bêrêzî li nirxên gelê Kurd weke tevgera Pêşmerge û malbata Barzanî kirin û dawî de jî bi keviran êrîş kirin ser deriyê fermî ê Sêmalka. Xwestin pasawan û karmendên deriyê sînorî bêtesîr bikin. Tevî vê yekê jî Herêma Kurdistanê guh neda van fitnexwazên li ber derî alozî derxistî.

Pêşmergê Kurdistanê çek bi kar ne anî

Di çarçoveya biryara Koordînasyona Rojava ya Pkk ê ya 15 ê Kanûnê de koma çete ya bi navê Ciwanen Şoreşger bi molotofan bi hevkarîya ciwanên Ereb êrîşî derî kir û zîyan gehand wesayîtên Hikumeta Kurdistanê. Mafê pêşmergeyên pasewanên li ber dergehî hebû ku ger bixwazin bi çekan jî bergirî ya xwe bikin. Hiqûqa navneteweyî û mafên rewa yên pêşmergeyan hebû ku eger pêwîstî pê hebe çekan bikar bîne û vê kome çeteyan belav bike. Li gel vê yekê jî, Pêşmerge û rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka bi xwînsarî nêz bû û bersiva van çeteyan neda.

Hin şirovekarên siyasî piştrast dikin ku PKK dixwest bûyerê mezin bike û xwînê birêje, ji ber wê armancê jî komeke çete ya bi navê Ciwanên Şoreşger êrîşî deriyê Sêmalka kir. Ango PKK’ê xwest provokasyonê pirr mezin bike.

Gelê rojava maxdûr bû

Piştî provoqasyona PKK’ê deriyê sînor hat girtin. Nezî 3 mîlyon mirovên li Rojava dijîn bi kirîzeke giran a aborî re rû bi rû man. Bazar û sûk vala bûn; Bihayê pêdvîyên xwarin û dermanan zêde bûn. Nêzîkî du hezar kes bi qaçaxî hatin Başûrê Kurdistanê. Yê ku ji provoqasyona PKK’ê zirar dîtî tenê gelê Rojava bû.

Ew armancên PKK’ê yên siyasî, li pişt gelan veşartî çi ne

Mexdûrbûna gelê Rojava ji ber sîyaseta PKK’ê ne cara yekem e. PKK her tim gel dixe pêşîya xwe û xebatekî ne di berjewendiyên gel de dimeşîne. Di rastiyê de ne tenê gelê Rojava mexdûrê taktîka PKK’ê ye ku gel weke “Mertalên Zindî” bi kar tîne. PKK li Bakurê Kurdistanê, li kampa Mexmûrê, di nava penaberan de, li gelek deveran jiyana rojane a gelê Kurd dixe bin metirsîyê û gavên ku siberoja gel tarî bike diavêje. PKK propaganda û berjewendiyên xwe yên siyasî di ser jiyan û pêşeroja gel re digire. Tişta ku li Sêmalka rûdida jî dubarekirina şêwaza xebata PKK ê yê kembaxkirinê bû.

Şanoya Sêmalka bi dawî bû

Piştî Mehek ku gel mexdûriyetek mezin jîya, PKK ê xwest bi harîkarîya navbeynkaran derî bide vekirin. Ji ber ku PKK’ê ev yek dît heke derî mehek din girtî bimaya wê Rojava valabiba. Ji duh ve Hikûmeta Kurdistanê biryar da ku deriyê Sêmalka ji bo karûbarê bazirganiyê bê vekirin. Îro PKK’ê ragihand ku çalakiya xwe ya şanoya Xelîfan a Sêmalka bi dawî kiriye. Lê niha hê ev pirs maye: Ma mafê PKK’ê hebû ku di bin navê şanoya Xalîfan de 3 milyon gelê Rojava birçî bihêle? PKK’ê bi vê çalakiya bêwate ya li ser derewan sazkirî çi bi dest xwe xist? PKK ji xwe re amûrên propagandayê peyda kir lê gelê Rojava bû mexdûrê vê şanoyê.

 Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi berpirsyarî tevgerîya

Tevî hemû provoqasyonên ku ji aliyê PKK’ê ve hatin kirin, Herêma Kurdistanê bi sebir û metanetekî mezin rê nade ku pirsgirêk veguhêze şerekî di navbera Kurdan de. Di mawayê 14 mehên borî de PKK’ê 9 pêşmerge şehîd kirin û 15 caran jî teqemenî û davik li ser rêyên Pêşmergê Kurdistanê danîne. Li gel van hemû provoqasyonan jî, Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya ku hemû Kurdan hemêz dike domand û mecal neda navmala Kurdî aloz bibe.

Pustên heman beş