HSD’ê komek şervanên xwe ji ber DAIŞê sizakirin

HSD’ê komek şervanên xwe ji ber DAIŞê sizakirin

HSD’ê ragehand, çend şervanên ku bi çekdarên DAIŞê re “ne li gorî pîvanên exlaqî û serbazî reftar kiribûn”, hatin dûrxistin û sizakirin.

HSD’ê ragehandiye, di heyama çend rojên borî de hinek dîmen li ser sosyal medyayê belav bûne ku di wan dîmenan de hinek şervanên wan bi wan çekdarên DAIŞê yên ku di şerê Hesekê de hatibûn girtin, re xirab reftar kirine, ji ber wê jî hatine dûrxistin û sizakirin.

HSD’ê daye zanîn jî, wan şervanan pîvanên exlaqî û serbazî yên HSD’ê binpê kirine loma hatine sizakirin.

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSD’ê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.

Ji wê demê ve heta îro şer û pevçûn di navbera HSD’ê û çekdarên DAIŞê de berdewam in û HSD’ê ragihandiye, 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar in.

Pustên heman beş