Bargeha Barzanî heftemîn salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz kir

Bargeha Barzanî heftemîn salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz kir

Baregeha Barzanî heftemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî ji destê DAIŞê pîroz kir.

Baregeha Barzanî bi boneya heftemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyamê de ku bi kurdî û erebî hatiye belavkirin, wiha hatiye gotin: Heftemîn salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz be

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di sala 2014an de ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibû dagirkirin.

Bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Parlamentoya Kurdistanê biryarek derxist û hêzên Pêşmerge derbasî bajarê Kobanî bûn û ligel şervanan li dijî DAIŞê şer kirin.

Hêzên Pêşmerge di roja 29ê Cotmeha 2014an de di deriyê sînorî yê Xabûrê re derbas bûn û bi rêya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanî bûn.

Wê demê ji sedî 70 bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin, piştî ku Pêşmerge derbasî nav bajêr bû, bi piştevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî jî, hêzên Kurdî di roja 26ê Çileya 2015an de bajêr ji DAIŞê paqij kir.

Pustên heman beş