Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrezorê êrîş bo ser xaleke leşkerî ya şervanên HSD’ê hat kirin. HSD’ê 7 tohmetbar jî desteser kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, êrîş ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞê ve bo ser xala Hindî ya HSD’ê hatiye kirin û piştre şer û pevçûn di navbera hêzên HSD’ê û êrîşkeran de derketiye û derdora nîv demjimêrekê berdewam kiriye, piştre ew kes ber bi cihekî nediyar ve reviyane.
Ji aliyê xwe ve HSD’ê 5 kes li bajarokê Zîban, yek li gundê Teyb El-Fal û 7 kes li bajarokê Bisêre li parêzgeha Dêrezorê bi tohmeta endamtiya DAIŞê desteser kirin.
Piştî êrîşên DAIŞê bo ser Girtîgeha Xiwêran a Hesekê di 20ê vê mehê de, HSDê li gundên Dêrezorê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser dest bi operasyona desteserkirina endam û alîgirên DAIŞê kiriye.