Ev dema sê salane bûyerên nexweş li Rojava Kurdistanê çêdibn, baregehên partiyên Kurdistanî tên şewtandin, siyasetvan tên tehdîd kirin, bi dehan caran baregehên ENKSê li Amûdê û Dirbêsiyê, Kobanê û Qamişlo, Hesekê her wiha baregehên PDK-Sê rastî êrîşan tên, ya ku van êrîşan encam dide, rêxistina “Ciwanên Şoreşgere”, ev rêxistin bi fermana Qendîlê van êrîşan pêk tîne û li ber çavên rêveberîya xweser û ceneral Şahîn Cîlo ev tewan tên encam dayîn.
Armanca PKKê û baskê wê yê Rojava PYDê ji van êrîşan, xerab kirina danustendinên Kurdî – Kurdî ye li Rojava Kurdistanê.