Dixtorekî PKK’ê tecawizî gerîlayek 28 salî dike

Dixtorekî PKK’ê tecawizî gerîlayeka 28 salî dike

Qadroyekê bi temen yê rêxistina PKK’ê, li çiyayê Gare tecawizî gerîlayeke 28 sal dike û li ser vê yekê ew hatine desteser kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê agahiyên taybet li derbarê bûyereke exlaqî ya nava rêxistina PKK’ê bi dest xistine ku li çiyayê Gare yê sînorê Duhokê çêbûye.

Bûyer wusaye:

Du sala berê wate li 2019an li nexweşxaneya leşkirî ya PKK’ê ku di yek ji şikeftên çiyayê Gare de ye, di nêvbera du dixtorên PKK’ê de li vê nexweşxaneyê peywendîyeke sêksî eşkere dibe, paş îfşa bûna vê nihêniyê, ew tên desteser kirin û ji wê demê ve çarenvîsa wan nediyare.

Ev pêwendiya sêksî di nêvbera dixtorê PKK’ê yê bi kodnavê “Mezlûm” ku jîyê wî digîje 70 salan û herweha gerîlaya bi navê Eylem ya temen 28 salî de çêbûye.

Mezlûm ji Bakurê Kurdistanê ye û li sala 1998an de tevlî refên PKK’ê bûye, her weha “Eylem” ji bajarê Qibrisê ye û ew jî li 2013an tevlî PKK’ê bûye.

Tevî vê yekê ku PKK’e hewl dide pêwendiyên bi vî awa yên sêksî di nêvbera gerîlayên xwe de nehêle û veşîre, lê belê, roj naçe rûreşiyeke PKK’ê li ser vê mijarê eşkere nebe.

Pustên heman beş