HSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şerê zindana Hesekê ragihand

HSD'ê bi daxuyaniyekê encamên şerê zindana Hesekê ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand; di êrîşa ser zindana Xiwêran de 40 şervan, 77 karmend û hêzên parastina zindanê û 4 sivîl di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 374 çekdarên DAIŞê di vî şerî de hatine kuştin.

HSDê bi daxuyaniyekê amarên herî dawî yên êrîşa li zindana Xiwêran a li Hesekê eşkere kir û got: “Çeteyên DAIŞê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40 şervan û 4 hemwelatiyên me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremaniyekî mezin şehîd ketin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser çawaniya destpêkirina êrîşê û diyar kiriye: “Di dîroka 20.01.2022an de, saet 7ê êvarê êrîşeke berfireh û plankirî ya terorîstên DAIŞê li ser girtîgeha Sinae ya li Hesekê ya ku bi hezaran girtiyên DAIŞê lê dimînin çêbû. Gelek grubên çeteyên DAIŞê yên xwekûj ji derve ve tevlî vê êrişê bûn.”

HSD diyar dike ku ev êrişa DAIŞê ne êrişekî ji rêzê bû. Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket û dibêje: “Xwestin vê bikin destpêka êrişeke mezin li ser herêmê û carekî din terora kuştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyankirin.”

Herwiha li ser hejmara kuştiyên DAIŞê eşkere kir ku 374 çekdarên DAIŞê di vî şerî de hatine kuştin.

Pustên heman beş