Qamîşlo – “Ciwanên Şoreşger” tîma Rûdawê revandin û li wan xistin

Qamîşlo - “Ciwanên Şoreşger” tîma Rûdawê revandin û li wan xistin

Li bajarê Qamîşloyê peyamnêr, kameraman û ajotvanê tîma rûdawê ya ku nûçeya definkirina şervanên HSD ê li goristanê dişopandin hatin revandin. Di nava tîma Rûdawê de peyamnêr Viyan Fettah, kameraman Îsa Hesen Xelef û ajotvanê ereba wan Ebdullah Mejdel hebûn.

Li goristanê siet di 14.00 an de, 6 jinên bi ser asayîşa Qamîşlo de, rêya Viyan Fettah dibirin û gotinên xerab jê re dibêjin. Wê dibin navenda asayîşa Qamîşloyê lê rêvebirê navendê jê lêborîna xwe dixwazin.

Li goristanê 5 kesên ku kincên leşkerî li ser wanin, Îsa Hesen Xelef û Ebdullah Mecdel li otomobîla Rûdawê siwar dikin û wan derdixin derveyê Qamîşloyê. Li her duyan dixin û wan tehdîd dikin.

Di êrîşê de dest datînin ser kamera, alavên weşandina zindî, belge û nasnama Viyan Fetah. Piştî serbest hatin berdan, kiryarên kesên wan revandine dertê ortê.

Tîma Rûdawê diçe navenda asayîşê û gilî dike. Wezîfedarên navendê soz didin ku wê êrîşkeran desteser bikin û alavên Rûdawê paşde bidin.

Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha «Darka Mazî» ku li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, tîma Rûdawê ji aliyê grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rêxistineke ser bi PKKê ye û rasterast biryarên xwe ji Qendîlê distîne hatbûn revandin.

Pustên heman beş