Polîsan avêtin ser avahiya şaxa ÎHD ya Amedê

ihd diyarbakır

Îro polîsan avêtin ser avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Amedê û di nava avahiyê de dest bi lêgerînê kirine.

Îro Pêncşembê 3ê Sibata 2022an saet di 06:30an de hejmareke zêde ya polîsên Tirkiyê avêtin ser avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ye û di avahiyê de dest bi lêgerînê kirin.

Li gor agahiyan, serdegirtina îro ya şaxa ÎHDê ya Amedê di encama lêpirsînekê de ye ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Semsûrê û Şaxa Îstîxbaratê ve bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin, bi awayekî hevdem li gel serdegirtina ofîsa şaxa ÎHD ya Amedê, polîsan avêtiye ser mala Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ferhat Berkpinar jî û li mala wî jî lêgerîn hatiye kirin.

Pustên heman beş