Rojava Kurdistanê.. Dironên Tirkiyê otomobîleka YPGê bombebaran kir

ypg-pkk-turkey

Balafirên bêmirov yên Tirkiyê îro êrîşî otomobîleka YPGê li rojhilata bajarê Dirbêsiyê yê Rojava Kurdistanê bombebaran kir û zirarên canî li pey êrîşê hatine.

Balafirên bêmirov yên artêşa Tirkiyê îro roja pêncşemê 3\2\2022ê li sînorê gundê Xerzê yê li rojhilata Dirbêsiyê, êrîşî otomobîleka Yekîneyên Parastina Gel YPGê, baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê kir û otombîl bi temametî şewtandîye..

Li gorî dîmenên êrîşê, mûşek raste rast bi otomobîlê ketine, loma tê texmîn kir kesên ku têde bûn, jiyana xwe ji dest dane.

Her îro artêşa Tirkiyê gundê Citlê yê gundewarê Rojava bajêrê Dirbêsiyê jî topbaran kir û binkeyeka artêşa rejîma Sûriyê hedef kir.

Pustên heman beş