Tevgera Îslamî kongreya xwe ya 12ê pêktîne

Tevgera Îslamî kongreya xwe ya 12ê pêktîne

Tevgera Îslamiya Kurdistan – Iraq, ku sala 1987ê de hatiye damezrandin, kongreya xwe ya 12ê pêktîne.

Biryare îro 05.02.2022yê kongreya 12ê ya Tevgera Îslamî li bajarê Hewlêrê pêkbê û dê rojekî berdewam bike.

Di vê kongreyê de 639 endamên kongreyê hene û ji wê hejmarê jî 125 jin in û 16 kesan xwe ji bo berpirsên malbendan û 37 kesan jî ji bo encûmena şûra xwe wek berbijêr nîşan dane.

Li gor zanyariyên berdest Kamîl Hacî Elî ku yek ji rêveberên wê partiyê ye, xwe ji bo rêberê giştî dê bike berbijêr.

Serokê naha yê Tevgera Îslamî Irfan Ebdulezîz e.

Pustên heman beş