PKK’ê li Helebê zarokekî din ê 15 salî revand

PKK’ê li Helebê zarokekî din ê 15 salî revand

Çekdarên rêxistina «Ciwanên Şoreşger» ya ser bi PKK’ê zarokek li bajarê Helebê revandin.

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» li Rojava Kurdistanê îro 5/2/2022 aşkera kir, çekdarên Ciwanên Şoreşger zarokekî temen 15 sal yê bi navê Alan Hacî Îbîş, li pêş dibistana Helîmesediye ya li taxa Şêx Meqsuda Helebê revandiye.

Li gor agahiyan, çekdarên ser bi rêxistina «Ciwanên Şoreşger» ew zarok li roja 10/1/2022yê revandiye û biriye leşkergeheke perwerdê ya PKK’ê û piştî perwerdê dê wî çekdar bikin û di şerên PKK’ê de weke bi hezaran zarokên din den kuştin.

Ciwanên Şoreşger berdewam zarokan li Rojavayê Kurdistanê direvîne û piştî dewreyên perwerdeya leşkirî wan dişîne Qendîlê daku li wir weke gerîla ji boy PKK’ê şer bikin.

Pustên heman beş