Konseya PKKê Karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rawestand

rudaw-pkk-rojava

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mohleta kar ji Rûdawê stend û karê wê li Rojavayê Kurdistanê rawestand, ev ferman b talîmatên Qendîlê hatîye.

Rêveberiya Xweser ku bi Konseya PKKê li Rojava tê hesab kirin ragihand, “Biryar hate standin ku karê Rûdawê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê were rawestandin.”

Her wiha diyar kir wan biryar dane mohleta kar ji Rûdawê bistînin û hemû karê Tora Medyayê ya Rûdawê li navçeyên Rêveberiyê Xweser rawestînin.

Di heman daxuyaniya qedexekirinê de Rêveberiya Xweser dibêje “baweriya me bi azadiya medyayî heye, lê Rûdaw di nava pêkhateyên civakî de kînê belav dike û ev demeke Rûdaw li derveyê rênmayan kar dike û pabendî prensîbên kar nabe”.

Rêveberiya Xweser herwiha îdia dike ku Rûdaw hewl dide wêneyekî ne şîrîn bide dezgehên Rêveberiyê Xweser.

Hêjayî gotinê ye, li sala rabûrî û îsal jî, çendîn caran rêxistna PKKê êrîşê tîmên kar ên Rûdawê li Rojava Kurdistanê û Şengalê kirine, li sala rabûrî jî bi fermana Cemîl Bayîk yê hevserokê PKKê ofîsa Rûdawê li Rojava hatbû şewtandin.

Pustên heman beş