Erdogan bi Coronayê ket

Erdogan bi Coronayê ket

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Coronayê ket.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro, 05/02/2021, li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku ew bi corê Omicron ê Coronayê ketiye.

Erdogan ragihand:Pişkinîna COVID-19 a ku min û hevjîna xwe îro li ser nîşanên sivik pêk anî, pozîtîv derket. Hem ji Xwedê vê nexweşiyê ku varyanta Omicron e, sivik derbas dikin. Em li ser erka xwe ne. Em dê li malê xebatên xwe berdewam bikin. Em çaverêyî duayên we ne.

Biryar bû Erdogan îro beşdarî merasîmeke li bajarê Zonguldakê bibe, lê Erdogan ji ber nexweşiyê nekarî biçe û ew beşdarbûn bi rêya online pêk hat.

Hevjîna Recep Tayyîp Erdogan jî li hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û hêviya xwe derbirî ku di demeke nêzîk de ji wê nexweşiyê xilas bibin û got, “Em çaverêyî duayên we ne”.

Pustên heman beş