Yekêtîya Ewropa PKKe û rêxistinên wê di lîsta terorê de hiştin

euro-pkk

Yekêtîya Ewropayê lîsta nû a rêxistinên terorê îlan kir û navê PKKê û rêxistinên grêdayî wê di wê lîstê de cîh digirin.

Yekêtîya Ewropayê lîsta sala 2022an a rêxistin û komên terorê îlan kir, li gorî wê Partîya Karkerên Kurdistanê PKKe û hinek rêxistinên girêdayî vê partiyê di lîsta Yekêtîya Ewropayê de cîh digirin.

Ji bilî navê rêxistina PKKê, her yêk ji Kongireya Gel û Kongireya Azadî û Demokrasîya Kurdistanê KADK ji hêla Yekêtîya Ewropayê ve ketine di lîsta terorê de.

Hêjayî gotinê ye, Yekêtîya Ewropayê ev dema çendîn salan e PKKê weke rêxistineke terorê nas dike.

Rêxistina PKKê li sala 1979 an hatîye ava kirin, weke partîyeke çep a radîkal ji hêla Abdulla Ocalan ve, li 15 tebaxa sala 1984an şerê çekdarî li dijî Tirkiyê dest pê kirîye û heya roja me ya îro yêk metroya xaka Kurdistanê ji zora dagîrkeran rizgar nekirîye.

PKKe niha û paş wêrankirina Bakurê Kurdistanê, hatîye di Başûrê welat da razaye û banga Biratîya Gelan û serdestkirina Rojhilata Navîn dike û li jêr van siloganên saxte rojane zarok û ciwanên Kurdan feda dike.

Pustên heman beş