Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê: divê çekdarên PKKê derbikevin

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê: divê çekdarên PKKê derbikevin

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê hebûna çekdarên PKKê li Iraqê bi neyasayî bi nav kir û ragihand, divê ji hemû navçeyan derkevin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî di hevdîtinekê ligel ajansa fermî ya Iraqê de ragihand, hebûna çekdarên PKKê li Iraqê ne yasayî ye û divê ji Şingal û navçeyên din derkevin.

Derbarê gefên mîlîşyayan de got: “Çend grûpên kirêgirtî bi bihaneya rûbirûbûna hêzên biyanî, êrîşî ser şandeyên dîplomasî dikin. Ev yek nayê qebûlkirin”.

Her di vê derbarê de jî got: “Ti hêzeke biyanî li Iraqê tune ye, tenê şêwirmendên leşkerî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê mane”.

Destnîşan kir jî, rêkeftinên Iraqê yên di warê asayiş, aborî, tendirustî û perwerdeyê bi Amerîka re hene û divê Iraq sûdê ji van rêkeftinan bibîne.

Arecî di babeteke din de got: Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo kontrolkirina girtîgehên terorîstan li Sûriyê, ne şareza ye”.

Got jî: “Teroristên ji 50 – 70 welatan di zîndana Hesekê de hene. Iraq bi daxwazê ji wan welatan dike ku wan teroristan werbigirin û bidin dadgehan, lê ew welat bersiva vê daxwazê nadin”.

Pustên heman beş