Daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd û hevalên wî tê kirin

Şêx Seîd-kurd-kurdistan-turkey

Rêveberiya Baroya Amedê û Rêveberiya Komeleya Şêx Seîd hatin ba hev û li ser pêvajoya yasayî ya bo eşkere kirina gora Şêx Seîd û hevalên wî gotûbêj kirin.

Serokayetiya Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku serok û endamên rêveberiya baroyê serdana Komeleya Şêx Seîd kirine.

Baroya Amedê da zanîn ku di serdana ligel Rêveberiya Komeleya Şêx Seîd de ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî ya bo eşkere kirina gora Şêx Seîd û hevalên wî civîneke berhemdar hatiye kirin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji Rûdawê re got: “Em ê di nav vê hefteyê de ligel Baroya Amedê û aliyên hiqûqnas li Amedê bi armanca eşkere kirina cihê gora Şêx Seîd serlêdana dadgehê bikin. Ez neviyê wî me û dixwazim cihê gora bapîrê min bê eşkerekirin. Em ê heta dawiyê ji bo eşkere kirina cihê gora wî tekoşîna xwe berdewam bikin”.

Şêx Seîd

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bûbû û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdarê terîqeta Neqişbendî bû. Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê ser bi Erzeroma Bakurê Kurdistanê xwendina xwe ya olî qedandibû.

Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû û li gel hejmarek parlamenterên Kurd û mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da, ku dijî hikûmeta Komara Tirkiyê û tevgera nîjadperest a Kemalîstan serhildanê bike. Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û roja 13ê Sibata 1925an bi kontrolkirina navçeya Licê ya Amedê dest bi şoreşa xwe kirin.

Destpêkê û di sala 1924an de Şêx Seîd nameyek ji Komeleya Netewan re şand û têde amaje bi rewşa gelê Kurd û daxwaz û mafên Kurdan kir. Paşê ji bo bidestxistina piştgirî û piştevaniya serok-eşîrên Kurd ên li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, serdana wan parçeyan kir û bo dema salekê mijûlî amadekariyên bo serhildan û destpêkirina şoreşê bû.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdên Bakurê Kurdistanê de berfirehtirîn serhildan e ku li 14 bajar û navçeyan belav bûbû. Di heman demê de yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin darvekirin.

Piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran rastî şikestinê hat û ew û gelek hevalên xwe hatin girtin, di 10ê Gulana 1925an de ew derxistin pêşberî Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Amedê.

Nêzîkê pêncî rojan darizandina wan dewam kir, di 28ê Hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kesan bi çend salan ceza xwarin.

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji hevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an di roja 28ê Hezîranê de û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî di 29ê Hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Ji wê rojê heta niha nayê zanîn ka dewleta Tirkiyê cenazeyê Şêx Seîd û hevalên wî li kuderê veşartine û gora wan hê jî ne diyar e. Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekê giştî Kurd û rêxistin û saziyên Kurdî ji dewleta Tirkiyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî aşkera bike.

Pustên heman beş