5 Gerîlayan di şikeftekê de jiyana xwe ji dest da

pkk-kurdistan-iraq-turkey-bomb-gerila

Artêşa Tirkiyê şikefteka PKKê li Başûrê Kurdistanê kirin armanc û 5 çekdarên rêxistinê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku îro wezareta bergiriyê ya Tirkiyê parvekirine, di êrîşekê de ku li Başûrê Kurdistanê pêkhatîye, artêşa Tirkiyê bombe li şikefteka PKKê barandine û 5 çekdar ketin ber êrîşê.

Wezareta bergiriyê gotîye ku ev êrîş li navçeyên operasyona Penca Piling pêkhatîye û dest nîşan nekir kanê li tu navçeyeka Kurdistanê bûye.

Rêxistina PKKê jî li derbara êrîşê û wendahiyên xwe tu agahî nedane.

Pustên heman beş