Asayîşa PYDê rojnamevan Ehmed Sofî revand

Asayîşa PYDê rojnamevan Ehmed Sofî revand

Asayîşa Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê, baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, rojnamevan û endamê encûmena Dêrikê yê Partîya Demokrata Kurdistanê “PDK-S” Ehmed Sofî revand.

Li şeva borî asayîşa Dêrikê bi ser mala rojnamevan û endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ehmed Sofî li gundê Bane Qesrê yê ser bi Dêrikê ve girt û ew ber bi cihekî nediyar ve revand.

Rojnemevan Ehmed Sofî, peyamnêrê ARK TV û Rêbaz News e û pêştir jî di Cotmeha sala 2018an de jî ji aliyê asayîşa Dêrikê ve hatibû revandin û roja 6 Adara 2019an serbest hatibû berdan.

Ev di demekê de ye, asayîşa bajarê Qamişlo roja 5ê vê mehê jî rojnamevan û peyamnêrê ARK TV Sebrî Fexrî binçav kiribû û ew ber bi cihekî nediyar ve biribû.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê derbarê revandina rojnamevan û medyakaran ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve dibêje: “Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê ji aliyê vê Rêveberiya Xweser û komên wê yên çekdar ve, zêdegaviyeke ne rewa ye ku armanca wê, bêdengkirina rojnamevanan û veşartina têkçûna wê rêveberiyê di hemû astan de ye”.

Herwiha ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka dike, fişarê li PYDê bike, ta ku dawî li van binpêkirinan bîne, hemû rojnamevan û medyakaran serbest berde û rê bide saziyên çapemeniyê bi azadî kar bikin.

Pustên heman beş