Wezîrê perwerdê yê Tirkiyê: Pêtirî 20 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine

dersa-kurdi-turkey-kurdistan

Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi giştî 20 hezar û 265 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî ji bo heyama 2021-2022yan hilbijartine.

Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer bersiva pirsyarnameya derbarê dersên bijarte yên dibistanan de da.

Mahmut Ozer diyar kir ku di heyama xwendina 2021 û 2022ê de, 20 hezar û 265 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî, bi zaravayên Kurmancî û Zazakî hilbijartine û dê perwerdê bibînin.

Pustên heman beş