Biden û Putin li derbarê Ukraynayê dê bicivin

Putin-Biden-Ukraine

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin lihev kirin ku lûtkeyeke “bingehîn” derbarê Ukraynayê de saz bikin, lê bi mercê şerê Ukraynayê neqewime.

Serokkomarê Fransayê bi telefonê ligel Putin axifî û piştî peywendiya telefonî Koşka Elyseeyê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden herdu razî ne bicivin.

Koşka Spî jî nûçe piştrast kir, lê tekez kir ku eger Rûsya êrîşî Ukraynayê bike, lûtke hildiweşe.

Biryar e 24ê vê mehê wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê bicivin û kar li ser amadekirina ajendeya lûtkeyê bikin.

Pustên heman beş