Hevserokên HDPê yên Turgutluyê hatin girtin

Hevserokên HDPê yên Turgutluyê hatin girtin

Hevserokên HDPê yên navçeya Turgutluya ser bi bajarê Manîsa yê Tirkiyê Mesut Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş bi biryara dadgehê ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Turgutluyê Mesut Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş 14ê Sibatê hatibûn desteser kirin.

Hevserokên HDPê yên ku bi hinceta “endamtiya rêkxistinê” hatibûn desteser kirin, piştî lêpirsîna heşt rojan a li dozgeriyê bi heman sedemê hatin girtin.

Hat ragihandin ku piştî biryara dadgehê Hayrî Boku şandine Girtîgeha Tîpa T ya Manîsa û Naîle Gumuştaş jî şandine Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê.

Ev di demekê de ye 12 endamên HDPê ku ev 8 roj in li Stenbolê desteserkirî ne bo îfadeya wan were girtin bo Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê hatin şandin.

Rudaw

Pustên heman beş