PKKê piştgirî bo biryara dadgeha federal a Îraqê ragihand

tevgera-azadi-pkk-federal iraq court

Rêxistina PKKê, piştgirî ji boy biryara dadgeha federal a “Nemeşrûyeta dosyaya neft û xazê” ya Herêma Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Rêxistna PKKê, bi rêya “Tevgera Azadî” roja yekşemî 21/2/2022 ê daxuyanî li derbarê biryara dadgeha federal dayîe, tevî ku têde piştgirî ji boy vê biryara li dijî statoya Herêma Kurdistanê nîşan dayîe, careke din bi awayekî bêaxlaq êrîşî Hikûmeta Herêmê kirîye û tuhmetên bê bingeh ji boy çêkirine.

Tevgera Azadî di daxuyanîya xwe de, mîna “Caş Parlmenterên” Kurd axivî ye û gotîye kirîza ku wê li pey biryara dadgeha federal derkeve holê, zirara wê ne ji boy gele, lê belê ji boy desthilatdarên Rêveberîya Başûrê Kurdistanê ye, ango heger ev daxuyanîya “Tevgera Azadî” bi dîqet bê xwendin, cudahîya wê li gel daxuyanîyên Caş Parlmenteran tune, herdu bi eynî zimanê dijayetiyê hev digirin.

Tevgera azadî pir bi zelalî di daxuyanîyê de gotîye ku biryara dadgeha federal ya Îraqê, destûrî ye û pêwîste Herêma Kurdistanî pabendî vê biryarê bibe.

PKKê çima piştgirî da biryara dadgeha federal û Îranê ji boy çi xulên perwerdê ji boy medyakaran li Silêmaniyê çêkirine?

Ji destpêka hewlên avakirina Hikûmeta nû a Îraqê û ji boy asteng kirina peymana “Sedrî-Sunî Kurdî” Îran ketîye nava hewlên mezin de, “Heşda Şabî, YNKe û PKKe” ji boy vê armanca Îranê xebatên pir mezin di du mehên rabûrî de meşandin, biryara dadgeha federal jî her di vê çarçûvê de hatîye dayîn û bi qelemek Farisî hatîye îmze kirin.

Ji paş derketina biryara dadgeha federal, Îranê xulên perwerdê ji boy 30 rojnamevanan li Silêmaniyê çêkir, armanc jê ciwan nîşandana biryarê ye, bi awayekî ku di sosiyal medyayê de wusa were nîşan dan ku ev biryar ji boy gel başe û ji boy Hikûmeta Başûr xerabe.

Tevgera Azadî sedema ku dadgeha federal biryareka wusa bide, avêtîye ser Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û peymana 50 salî ya ku bi Tirkiyê re îmze kirî, lê belê gelê Başûr bi tevahî dizane ku Nêçîrvan Barzanî bi vê peymanê nehişt kirîza darayî bandoreke wusa mezin li gel bike, wexta ku Hikûmeta Îraqê li ser daxwazîya hevpeymanên PKKê yên Başûr, mûçeya wezîfedarên Kurdistanê qut kirî.

Rêxistina PKKê îro careke din hatîye û dijayetîya xwe ji boy Herêma Kurdistanê pir bi rû qaymî îlan kir û piştgirî daye biryara dadgeha federal ya ku rast rast stato û serwerîya Kurdistanê û gelê wê hedef dike, PKKe li demekî sûç avêtîye ser Nêçîrvan Barzanî û peymana 50 salî ya ku bi Tirkiyê re îmze kirî, li demekê ewê dev ji Kurdistanê berdayî ye û niha ji boy “Biratîya bi Tirkan” re tev digere.

Rêxistna PKKê, li ku dera dengek li dijî Herêma Başûr hebe, piştgriyê lê dike û lê xwedî derdikeve, PKKe ku her Kurdek dizane ji boy çi xebatê dike û bi tu awayî wê dev ji Kurd û Kurdistanê berdayî ye û niha banga “Biratîya bi dagîrkeran” re dike, îro hatîye li Başûrê Kurdistanê tenê astengîyan ji boy gel û Hikûmeta vê perçeya azad çêdike.

Pustên heman beş