Ukrayna girtina tengava Bosforê li himber keştiyên Rûsî ji Tirkiyê dixwaze

russia bosfor turkey

Balyozê Ukraynayê li Enqereyê ji Tirkiyê xwest, herdu tenigavên Bosfor û Dardanîl li himberî keştiyên cengê yên Rûsya de bên girtin.

Balyozê Ukrayna yê li Tirkiyê îro û paş destpêkirina êrîşa Rûsya ya li ser Ukraynayê, daxwaz ji Enqereyê kir, herdu tengavên Bosfor û Dardanîl li himberî keştiyên cengî yên Rûsya de bên girtin û her wiha xwest Tirkiye cezayan li ser Rûsya feriz bike.

Vîsîl Bodnar balyozî Ukranya gotîye: Li gorî peymana 1936an Tirkiyê maf heye di dema cengê de, hemû livînên deryayî û yên xeter li tengavên Bosfor û Dardanîl rawestîne.

Îro roja pênçşemê êrîşa Rûsya ya li ser Ukraynayê dest pê kirîye, artêşa Rûsya ketîye nav xaka Ukrayna û serokê Ukraynayê jî gotîye ku ew wê bergiyê ji xak û niştîmanê xwe bikin.

Pustên heman beş