Rûsyayê bîlançoya êrişa li dijî Ukraynayê eşkere kir

Rûsyayê bîlançoya êrişa li dijî Ukraynayê eşkere kir

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan zêdetirî 70 armancên serbazî ku firokexane jî di nav de hene, jinav birine.

Rûsyayê îro di demjimêrên sibehê de êrişeke berfireh bo ser Ukraynayê da destpêkirin û Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşînkov diyar kir ku di encama êrişên hêzên wan ên esmanî de 74 binkeyên serbazî yên Ukraynayê hatine armanckirin û “jinavbirin”.

Li gor gotina Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, ji 74 binkeyan “11 binke taybet ên firokeyên şer bûn.”

Her li gor gotina wî berpirsê Rûsî, helîkoptereke serbazî û 4 firokeyên bê firokevan ên Ukraynayê hatine têkbirin.

Li aliyê din artêşa Ukraynayê ragihand, heta niha 50 “dagirkerên Rûsî” hatine kuştin û herî kêm 6 firokeyên şer ên Rûsyayê hatine xistin, lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Rûsya jî daxwaz ji leşkerên Ukraynayê dike, dest ji çekan berdin û biçin malên xwe.

Pustên heman beş