Ziyanên canî yên li Kîevê hatin ragihandin

Ziyanên canî yên li Kîevê hatin ragihandin

Wezareta Tendirustiyê ya Ukraynayê ziyanên canî yên êrîş û bombebarana Rûsya li ser Kîeva Paytext ragihand ku di nava kuştiyan de zarok jî hene.

Wezareta Tendirustiyê ya Ukraynayê îro 26/2/2022an ragihand, ji ber bombebarana artêşa Rûsya li ser Kîevê de, 198 kes hatine kuştin ku di nava wan de 3 zarok hene.

Hêzên Rûsî ji çend aliyan ve êrişî Kîevê dikin, di heman demê de artêşa Ukraynayê ragihand, wan êrişa Rûsyayê li ser kolaneke sereke yên Kîevê têk biriye.

Li gor agahiyên medyayî; şer li nava kolanên Kîevê dest pê kiriye, li gelek deverên paytext dengê teqînan têne bihîstin.

Herwiha Li gor agahiyan: “Ji rojava heta rojhilatê bajarê Kîevê, şer û bombebaran heye, li hinek deveran jî şer û pevçûn giran rû didin.

Pustên heman beş