Di roj çaremîn ya êrîşê de Rûsyayê Kharkiv kontirol kir

karkiv-russia-ukraine-lost

Êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê di roja xwe ya 4mîn de ye û pevçûn li seranserê welêt berdewam dikin. Li gor zanyariyên ji rayedarên Ukraynî, îro pevçûn bi giranî li derdora paytext Kievê ne û dengoya ketina duyem bajarê mezin ê Ukraynayê bajarê Kharkivê heye.

Ji şeva borî ve li Kievê topbaran û pevçûnên tund hene. Balyozxaneya Ukraynayê ya li Enqereyê nota “Kiyev di bin bomberdûmanê de ye” parve kir.

Hat ragihandin ku Rûsyayê şevê din li bajarokê Vasilkiv a li nêzî Kievê embareke sotemeniyê bombebaran kiriye.

Şaredara Vasilkiv, Natalya Balasinovic di daxuyaniya xwe ya vîdyoyî de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye ku leşkerên Rûsyayê li nêzî Vasilkiv tankerên sotemeniyê teqandine.

Di gelek hesabên medyaya civakî de dîmenên şewata cihê bombebarankirî hatiye belavkirin.

Bajarê Vasilkiv bi qasî 35 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Kievê ye

Pustên heman beş