Koşka Spî li ser gefên Rûsyayê yên ji bo amadebûna çeka atomî, bersiva Putin da û ragihand: “Ev biryar hinceta şer e.”
Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ji kanala televîzyonê ya ABC ya Amerîkî re ragihand; biryara Putin ji bo amadekirina atomî hinceta şer e û Putin ji bo hinceta şer gefa sexte dirust dike.
Jen Psaki eşkere kir: “Me şandek bo sînorê Belarusê şandiye ji bo guhdarîkirina gotinên Rûsyayê.”
Psaki destnîşan kir; sizadana sektora enerjiyê ya Rûsyayê li ser maseyê ye û got: “NATO gefê li Rûsyayê nexwariye.”
Li aliyê din, Kanada û Îspanya esmanê xwe li ber balafirên Rûsyayê girt.
Di civîneke çapemeniyê de Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen jî ragihand; sînorê esmanî yê 27 welatan li ber Rûsyayê têne girtin.
Ursula Von der Leyen eşkere kir; hejmarek sizayên giran dê bi ser Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko de bisepînin û zextên wan ên li ser Rûsya û Belarusê dê berdewam bibin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen di axaftina xwe de diyar kir: “Em spasiya berxwedana Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dikin.”