Parlamenterê HDP ê heqaret li Barzanî û alîgirên wî re kir

Parlamenterê HDP ê heqaret li Barzanî û alîgirên wî re kir

Parlamenterê HDP ê Tayyîp Temel, li ser hesabê xwe yê Twîtterê dijûn li welatîyekê kirin. Piştî bertekên welatperwerên Kurd got hesabê min hatî ye dizîn.

Wekîlê HDP ê yê Wanê Tayyîp Temel 2 roj berê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv dabû şîroveya welatiyekê û wiha gotibû: ” Dê here xayînê xwefiroş û kûçikê Barzanî yê xulamê Erdogan, ew di hizrên Ocalan da azadiyê dibînin.” Li ser vê şîroveya Tayîp Temel ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî ve bertekek mezin hat nîşandan. Li ser vê yekê Tayyîp Temel îdîa kir ku hesaba wî ya Twîtterê pêş saetekê hatiye dizîn. Li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî got, “Hesabên faşîstan demeke kurt navnîşana min girtin, daxuyaniyên li dijî Kurdan hatin parvekirin, lê me hesab paşde ve wergirt” Lê bikarhênerên medyaya civakî îfadeya Tayîp Temel qebûl nekirin û ew weke sextekar destnîşan kirin.

Hesabên parastî yên çirka şîn zehmet tên dizîn

Parlemantarê wanê Tayyîp Temel hesabê parastî yê şîn bikar tîne. Hesabek wisa pir zehmete ku mirov wê bi dest xwe bixe. Evca çewa Tayyîp Temel îdîa dike, ji aliyê komeke faşîst bi hêsanî hesabê wî hatiye dizîn. Ger hesab ji têlefonek din bê vekirin, nişkave parastin tê ser wê navnîşanê. Wekê din, di cih de agahî ji kesê têkildar re tê şandin.

Hat diyarkirin ku di encama berteka li ser twêta ku Tayyîp Temel nivîsandiye de ji bo ku bûyerê bigire des bi derewa kir û got; “Hesaba min hatiye dizîn” Kurdan ku bertek nîşanî Tayyîp Temel dayî gotin ku Tayîp du-sê hesabên derew-vaşartî hene. Ewî nedizanî ku li ser hesaba xwe ya fermî dijûn li nirxên Kurdan re kirî ye. Piştî ferq kirî ku ev bêrêzî li ser hesaba xwe ya fermî kirîye sûnda got “hesaba min hatîye dizîn”

Her kes difikire ku Tayyîp Temel hesabekî zêde bi kar aniye û bi xeletî ji hesabê xwe yê fermî nivîsiye ku ew ê ji hesabê din binivîsîne. Tayîp Temal bi hesabên xwe yên derew karê trolî yê dike. Xeletîyekê rastîya Tayîp îfşa kir û kesayata wî ya vir ker raêxist ber çava.

Kurdan pirsî: Gelo Temel dikare banga yekîtiya netewî ji Kurdan re bike?

Fikrên ku Tayyîp Temel di navnîşana xwe ya fermî a twitterê de bi xeletî nivîsandiye, fikrên Temel û xeta siyasî ya ku ew pê ve girêdayî ne. Ji ber vê sedemê bangên wan ên “ji bo yekîtiya netewî û nirxên Kurdistanî” hemû bêsamîmîyet û ji rastîya wan a sîyasî dûr in.

Her weha bi vê nivîsa Tayyîp Temel rastîyeke din eşkere bû, ew jî ew bû ku parlementer û kadroyên PKK’ê bi hesabên nefermî gef û heqaretê bi nirx û kesayetên kurdistanî dikin.

Tayyîp Temel kî ye?

Temel ku bi eslê xwe ji Colemêrgê ye, di dawiya salên 1990ê de tevlî PKK’ê bibû. Piştî ku ji zanîngehê hat avêtin, PKK’ê ew ji bo beşdarî çalakiyên li Tirkiyeyê bibe, wezîfedar kir.

Tayyîp Temel ji sala 2000 an û vir ve di nava xebatên ciwanên PKK ê, saziya zimanê Kurdî û çapemeniyê de cih digire û di nava Koordînasyona Tirkiyeyê ya PKK ê de erkdar dibe. Niha wekî nûnerê PKK’ê di nava HDP ê de cih digire. Têkiliyên di navbera parlamenterên HDP ê û PKK’ê de li ser navbeynkariya Tayyîp Temel tê kirin.

Malpera me “Darka Mazî” bi rêya xebatkarên HDP’ê hindek zanyarî di debarê Tayyîp Temel de wergirtine. Li gor wan zanyariyan hate diyarkirin ji ber ku Tayyîp Temel zêde tûnde û her tim givaşn li ser parlementeran dike alîgirên HDP’ê zêde ji wî hez nakin. Her weha hate diyarkirin ku Temel bi taybetî piştî ku birayê wî ji PKK’ê veqetiya û bera salekê teslîmî (TC) dijminî bûy, ji bo ku xwe ji bo PKK’ê îsbat bike bi vî awa tev digere.

Heqareta Tayyîp Temel li tevgera Barzanî ya ku ev zêdetirî 100 sal in bûye sembola têkoşîna Kurdan, gelekî balkêş e. Tayîp Temel ji Tirkên faşîst re  banga biratî û bihevrejîyanê dike lê bêrêzî û dijûnan dike nirxên neteweya Kurd. Rastîya Tayyîp Temel di şîroveya wî ya Twîtterê de dîyar e.

Pustên heman beş