Li Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Tirbespîyê, milîsên PKK’ê cardin bi awayekî ne mirovane erîşê avahiya ENKSê kirin. Vê carê avahî ne şewitandin, lê ya hê jê xirabtir kirin û hinek wêne û nameyek bi zimanê Erebî avêtin hewşa avahiya ENKSê.
Nameya ku hiştîn tê de dibêjin: Emê siyaseta we ya terorîst rawestînin Şehîdên me xêza sor e û hunê bihayê wê deynin
Herweha li hewşa malên hin endamên ENKS li wî bajarî namên tehdîdê hiştin û tê de ew weke xayin li qelem dan.
Armanca van kesan ji van cureyê qaşo çalakî ne kifş e. Ew dixwazin bi gef xwarinê sîyasetên xwe yên faşîst û dûr ji Kurdayetiyê bi darê zorê li ser tev aliyan bisepînin, ev yek jî nîşan dide ku PKK’e û felsefeya wê li dijî azadî û hebûna rayên cudane û naxwazin ji bilî wan ti hêzek din hebe.