PKK’ê dirbeke mezin li Eşîrên kurdan yên li Rojhilata Kurdistanê xistiye

PKK’ê dirbeke mezin li Eşîrên kurdan yên li Rojhilata Kurdistanê xistiye

Cînayetên rêxistina PKK’ê li Rojhilata Kurdistanê zêdetir dibin, lê belê ti kes li gelê rojhilat xwedî dernakeve û basî êş û azarên ku ew bi destê PKK’ê dikşînin nake. PKK’e li tev navçeyên Rojhilata Kurdistanê taybet li navçeyên ku bi tenê ew têde desthilatdar e cînayetên herî qirêj li dijî gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê dike.

PKK’e li navçeyên weke “Xwê, Selmas, Maku, Çaldîran, Poldeşt, Qerecyadîn û hwd” ku bi tevahî nêzî 11 bajar û bajarokên Rojhilata Kurdistanê ne û bi gelemperî dikevin bin desthilata PKK’ê de cînayetên herî mezn û qirêj encam dide û heya niha jî ti rêxistin, partî yan tevgerek kurdî li dijî van cînayetên PKK’ê nehatiye deng, bi awayekî ku di medyayê de jî ditirsin bas li van Cînayetên PKK’ê, bikin.

Navçeyên dikevin “Bakurê Rojhilatê Kurdistanê” ji ber bêhewlestiya partên rojhilat bûye cihê nifoza PKK’ê û ji bilî wê ti partîyeke din tuneye, anku ev navçane bûne navçeyên di bin desthilata PKK’ê de û tişta PKK’e dixwaze li van navçeyan bê tiris dike.

Yek ji wilatiyên Rojhilata Kurdistanê yê bi navê “Silêman Kerîmî” ji pêgeha “Darka Mazî” re ragihand, PKK’ê bi hezaran ciwanên kurd li van navçeyan neçar kirine ku koç bikin û ber bi cihek din biçin, hin ji wan bi destê rejîma Îranê dane girtin û bi behaneya alîkarîkirina partiyên rojhilat ji bal dadgehên Îranê ve cezayê bidarvekirinê ji boy hejmarek herî zêde ya wan ciwanan derketiye.

Bo mînak, PKK’ê “Fesîh Yasemenî li Kotolê, li gundê Hindîwanê yê ser bi bajarê Xwê ve bi sêdaredan da, Sadiq Sadiqî ku bi Fesîh re bû lingek wî birîn û Îranê jî hukmê 30 sal zindankirinê ji wî re derkir, Reza Fehîmî bi 15 sal zindankirinê hat mehkum kirin” li Makoyê jî wilatî “Şirîn Elemhulî” da girtin û piştre ji aliyê Îranê ve hat sêdaredan, PKK’ê “Zainab Celalîyan” li Mako da girtin û  ji aliyê dageha Îranê ve bi zindanîkirina heta hetayî hat hukim kirin, “Seyîd Samî û Seyîd Celal” li bajarê Selmasê dan girtin û biryara darvekirinê ji boy wan derçû.

Bi sedan mînakên din yên bi vî awa hene ku PKK’ê bi sedan kes ji gelê Rojhilat dayîne girtin, hin ji wan hatine darve kirin, hin bi zindan kirina ebed hatine mehkum kirin û hin din jî herî kêm 5 salan hatine zîndan kirin, bi tenê ji boy ku PKK’e bikare berjewendiyên xwe biparêze, tiris û xofê di dilê kurdên rojhilat de çêdike.

“Silêman Kerîmî” eşkere kir, ew ciwanên tevlî PKK’ê bûyî û piştre bi rastiya PKK’ê zanî û ji wê qut bûyî û vegeraye malên xwe, PKK’e zextê li wan û malbatên wan dike û ew jî neçar dimînin yan herin Başûrê Kurdistanê yan jî rêyeke din a nediyar bigrin ber xwe. PKK’e bi hevalbendiya bi Îranê re fişareke herî zêde li wan ciwanan dike yên ku bi tenê rojekî jî tevlî PKK’ê bûy û piştre dev ji PKK’ê berday.

Li gor agahiyên pêgeha me, li piraniya gundên dikevin di nava sînorên van bajaran de Biryargehên supayê pasdaran hatine avakirin, ev yek jî bûye sedem ku ji ber zolim û sitema PKK’e li xelkê dike, salane hejmarek zêde ya ciwanan navên xwe weke Xorocî “Caş” tomar bikin û bibin leşkerên Îranê, ji aliyek din ve, li piraniya gundan PKK’e ji her kesî re rêjeyek pere diyar dike û  wan neçar dike pere bi PKK’ê bidin, kesên ku nikarin pere bidin yan jî naxwazin pereyan bidin PKK’ê, ji aliyê çekdarên PKK’ê ve heqaret li wan tê kirin û ew li ber çavên gel tên şikandin û bêbuhakirin.

Ev wilatiyê rojhilat her wiha eşkere dike, PKK’ê mezintirîn dirb li Eşîrên kurdan yên li Rojhilata Kurdistanê xistiye, PKK’ê bi hezaran ciwanên eşîreke weke “‘Eşîra Celalî” ku yek ji mezintirîn eşîrên rojhilata Kurdistanê ye aware û derbeder kirine, tev rêyên jiyanê li ber wan teng kirine û ew li himber du hilbijartinan neçar hiştine, yan wê bi neçarî tevlî PKK’ê bibin û sîstema PKK’ê qebûl bikin, yanjî wê bi sûçên cuda bi destê rejîma Îranê wan tesfiye bikin.

PKK’ê hetta çavkaniyên aborî yên gelê rojhilat jî zuha kirine û tev xistine bin destê xwe de, bi awayekî ku her cihê bazirganî têde hebe xistiye bin destê xwe, hetta rehmê bi kolberan nake û li ser sînor li her cihê kolber têde derbas dibin di bin navê baca ji bo rêxistinê pereyan li wan distîne û guh nade êş û azar û sextîya jîyana wan.

Pustên heman beş