Guletopeke artêşa Tirkiyê bi mala welatîyekî gundê Hirorê ket

Tirkiyê li şeva derbasbûyî gundê Hirorê li nahya Kanî Masê ser bi parêzgeha Dihokê ve topbaran kir, guletopek bi mala welatîyekî ketîye.
Artêşa Tirkiyê li şeva derbasbûyî liv û tevgera çekdarên PKKê li gundê Hirorê grêdayî nahya Kanî Masê kirin armanc û di encamê de, gule topek bi mala welatîyekî gund ketîye û zirarên mezin bi malê ketine.
Li gorî kenala Kurdistan24ê, gule topek bi mala welatiyê bi navê Emîn Hirorî ketîye, lê belê çi zirarên giyanî nebûne û tenê zirar bi malê ketine.
Rêxistina PKKê ji bo ku çekdarên xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêze, liv û tevgera çekdarên xwe xistine nava gund û dorbera bajarokan û bi vê sedemê ev gund dewam dikevin ber êrîşan û zirar bi şêniyên wan dikevin.
Dema salekê ye operasyona Tirkiyê li sînorê nahya Kanî Masê destpê kirîye û di encamê de heya niha 5 gund hatine valakirin û welatiyek şehîd bûye û 5 welatiyên din jî birîndar bûne.