Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, redkirina NATOyê ya pêkanîna herêmeke dijefirînê li ser Ukraynayê şermezar kir.
Zelensky li hejmara xwe ya “Facebook” belav kir:“Welatên NATO’yê vegotinek çêkir ku girtina asmanê Ukraynayayê, dê bibe sedema şerê Rûsya li dijî hevalbendiyê (NATO) ”.
Serokê Ukraynayê got: “Rêberên NATOyê bi redkirina pêkanîna herêma dijefirînê, çira kesk dan ku bajar û gundên Ukraynayê zêdetir bên bombebarankirin”.
Zelenskî lûtkeya NATOyê ya ku roja Înê hatiye lidarxistin û biryara redkirina pêkanîna herêma dijefirînê li ser Ukraynayê wek “civîneke lawaz û tevlihev.” bi nav kir.
Zelensky spasiya welatên NATOyê yên ku piştgirî dan Ukraynayê kir û got: “Ez ji dostên welatê me re jî spasdar im. Gelek welatên ku di NATOyê de ne dostên me ne û tevî wan biryaran jî, alîkariya me dikin”.
Serokomarê Ukraynayê diyar kir, ew piştrast e ku welatê wî dê bi ser bikeve û got: “Ji roja yekem a dagirkeriyê ve, ez bi serketinê piştrast im, em ê şer bikin, em ê welatê xwe biparêzin”.
Ev yek di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken duhî got ku pêkanîna herêmek dijefirînê li Ukraynayê, dibe ku bibe sedema “şerke giştgîr li tevahî li Ewropayê”.
Herwiha got jî; Washington dê berdewam be li ser kar bi hevalbendên xwe re, ji bo Ukrayna bikare li hember êrîşa Rûsyayê xwe biparêze.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî di konferanseke rojnamevanî ya li Brukselê de got: “Herêma dijefirînê ya li ser Ukraynayê, ne bijardeyek e ku NATO li ber çavan digire”.