Wezîreke Fransî radigihîne, Yekîtîya Ewropa nikare qedexeyeke temam li ser hawerdekirina petrol û gaza Rûsî deyne, wek çawa Amerîka kiriye.
Wezîra Veguherîna Jîngehê ya Fransî Barbara Pompele ku welatê wê niha serokatiya dewrî ya Yekîtiya Ewropî dike, di serdana xwe ya New Yorkê de got; 27 welat dê tedbîrên pir xurt bistînin.
Pompele ji rojnamevanî re got: “Ji niha û heta dawiya salê, divê em bikarin ku du li ser sê ji hawerdekirina xwe ya gaza Rûsî kêm bikin”.
Got jî: Serokê Amerîka Joe Biden bi xwe gotiye ku rewşa Amerîka bi ya Ewropayê nayê hevrûkirin û niyeta wî nîne ku ji me bixwaze em jî biryarek bi heman rengî bidin”.
Roja Sêşemê, Biden biryara qedexekirina hawerdekirina sotemeniyê ji Rûsyayê ragihand, di heman demê de jî Brîtanya soz da; ew ê jî heta dawiya salê wiha bike.
Amerîka tenê % 8ê petrola Rûsî hawerde dike, lê qet gaza Rûsî jî hawerde nake. Li hemberê jî Yekîtiya % 45 gaz û komirê û % 25 petrola Rûsî hawerde dike.