Li Rihayê 2 polîs hatin kuştin

Li Rihayê 2 polîs hatin kuştin

Li navçeya Xelîliye ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, 2 polîs hatin kuştin.

Parêzgeriya Rihayê ragihand, tîmeke polîsên Şaxa Qaçaxçitî û Tawanên Rêkxistî ya Rêveberiya Ewlekariya Rihayê, dema li li navçeya Xellîliyê otombîlek dişopandin li çarrêya OSMyê teqe li wan hat kirin û du polîs birîndar bûn.

Her du polîsên birîndar bo du nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin. Lê tevî hemû hewldanên pizîşkan her du polîsan canê xwe jidest dan.

Hêzên emnî ji bo desteserkirina êrîşkar ketin tevgerê.

Polîs û hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Pustên heman beş