Israîl bi karta PKKê li dijî Tirkiyê dilîze

israil-turkey-mossad-mit-ocalan-pkk-hamas-palastin

Îsixbarata Israîlê bi Enqerê ragihandîye ku heger ew alîkariyên xwe yên ji bo baskê leşkerî yê tevgera Hemasê qut neke, Israîl jî êdî wê amade be pişitgriyê bide PKKê.

Pêgeha “Middle East Monitor” ragihand, Tirkiye ji pişitgrîya muhtemel a Israîlê ji boy rêxistina PKKê nîgerane, Mossad ê jî ji MIT ê re gotîye: “Heger Enqere pişitgrîya xwe ya ji boy baskê leşkerî yê tevgera Hemasa Felestînî qut neke, dibe ku Israîl êdî pişitgriyê bide PKKê”.

Çavkaniyên agehdar dan zanîn ku şandeke sazîya îsixbarata Israîlê Mossad ê bi rayedarên îstixbarata Tirkiyê MIT ê re li ser mijarên ewlehiyê hevdîtin pêk anîne.

Şanda Mossad ê ji hevkarên xwe yên MIT ê re gotine ku eger Enqere pişitgrîya xwe ya ji bo baskê leşkerî yê Hemasê bidomîne, Israîl amadeye bi PKKê re hevkariyê bike. Lê heger ev yek pêkhat hevkariyên Israîlê ji boy PKKê di sînorê Tirkiyê de nabin”.

Li gorî pêgeha “Middle East Monitor” ku ev agahî duh roja sêşemê 9\3\2022 ê ji rojnameya “Ray Al yewm” veguhastine, Israîlê bi karta PKKê lîst û dixwaze fişarê li Tirkiyê bike ku pişitgrîya xwe ji Hemasê re rawestîne, tevî ku tevgerê ti carî pişitgrîya Tirkiyê ji baskê xwe yê leşkerî re nexwestîye.

Pustên heman beş