Hêzên Rûsyayê Serokê Şaredariya Bajarê Melitopol a Ukraynayê revand

Hêzên Rûsyayê Serokê Şaredariya Bajarê Melitopol a Ukraynayê revand

Hêzên Rûsyayê, Serokê Şaredariya Bajarê Melitopol revand û Serokê Ukraynayê ev agahî piştrast kir û ragihand: “Tawanên ku Rûsya li Ukraynayê encam dide, weke tawanên DAIŞê ne.”

Roja înê 11ê Adara 2022yan Serokê Şaredariya Bajarê Melitopol Îvan Fedorov ji aliyê komeke 10 kesên Rûsyayê ve hat revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di peyameke vîdeoyî de li ser vê bûyerê diyar kir: “Îro li bajarê Melitopol, hêzên Rûsyayê, Serokê Şaredariyê revand, heta niha çarenûsa wî ne diyar e, Serokê Şaredariyê gelek bi wêrekî berevaniya welatiyên bajarê xwe  dikir, ev kiryara Rûsyayê jî nîşaneyeke zelal a lawaziya Rûsiyan eşkere dike.”

Volodimir Zelensky herwiha got: “Heta niha wan nekarî bi hêsanî ti deverekê kontrol bikin. Loma berê xwe dan karên terorîstî. Ev kiryar jî ne tenê tawana li dijî Ukraynayê ye, tawana li dijî hemû mirovahî û demokrasiyê ye û niha Rûsya heman tawana DAIŞê dubare dike.”

Pustên heman beş