Îro 31 saliya serhildana Xaneqîn, Akrê, Mexmûr û Şêxanê ye li dijî rêjîma Beisî

Îro 31 saliya serhildana Xaneqîn, Akrê, Mexmûr û Şêxanê ye li dijî rêjîma Beisî

31 sal bi ser serhildan û rizgarbûna bajarên Xaneqîn û Akrê yên Başûrê Kurdistanê ji destê rêjîma Beisî ya Iraqê derbas dibe.

Îro 12 Adarê ye û sî û yekemîn salvegera serhildana deverên Akrê, Xaneqîn, Mexmûr û Berdereşê li dijî rêjîma Beisî ya Iraqê ye.

Gelê Kurdistanê roja 12 Adara sala 1991 li Xaneqîn, Mexmûr û Akrê li dijî rêjîma serkutker ya Beisî serî hildan û bi can û xwîna xwe war û welatê xwe rizgar kirin.

Wê rojê ji bilî rizgarkirina Akrê, Xaneqîn û Mexmûrê, nahiya Celewla ya Xaneqînê û nahiya Bicîl ya Akrê, bajarokê Berdereş yê Duhokê, Şêxan, Dînartê û Zêbar û çemê Xazir û gelek gund û deverên din gihîştin azadiya xwe.

Pustên heman beş