Ehmedî Nejad: Dixwazin Tirkiyê bikin sê perçe

ahmadinajat-ardogan

Serokkomarê berê yê Îranê dibêje, welatên zilhêz dixwazin Siûdiyê bikin çar perçe, Tirkiyê bikin sê perçe û Îranê jî bikin şeş perçe.

Serokkomarê Berê yê Îranê Mehmûd Ehmadî Nejad di hevpeyvînekê de ligel beşê Tirkî yê rojnameya Independent, derbarê aloziya li Ukrayna û danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê de bal kişand ser vê mijarê û got, “Hêvîdar im di demeke nêzîk de bandoreke nerênî li ser danûstandinan çêneke, lê ez dizanim zilhêzên cîhanê bo welatên navçeyê nexşeyeke hovane amade kirine. Dixwazin Siûdiyê bikin çar perçe, Tirkiyê bikin sê perçe û Îranê jî bikin şeş perçe”.

Li gor Ehmedî Nejad, “Dixwazin welatên navçeyê belav bikin û bikin welatên biçûk ên lawaz. Ev nexşerêya wan e. Take rêya ku me ji vê nexşeyê rizgar bike, yekîtiya navbera welatên navçeyê ye”.

Ehmedî Nejad herwiha ragihand ku îro navçe di nav şer û mercekî gelek dijwar de ye û got, “Tehemûlkirina wê gelekî zehmet e. Bo pêşxistina aştî û ewlehiyê di navbera welatên navçeyê de pêwîstî bi hevahengiyeke berfireh a navbera gelên navçeyê heye”.

Pustên heman beş