Pêşbîniya bidawîhatina şerê Rûsya û Ukraynayê tê kirin

Pêşbîniya bidawîhatina şerê Rûsya û Ukraynayê tê kirin

Şêwirmendekî Serokê Ukraynayê pêşbînî dike ku ji destpêka meha Gulana îsal şerê Moskow û Kîevê bi dawî bibe.

Şêwirmendê Volodimir Zelensky, Oleksiy Arestovich di vîdeoyekê de ku ji aliyê medyaya Ukraynayê ve hatiye belavkirin, ragihand: “Dibe ku şerê Rûsya û Ukraynayê di destpêka meha Gulana 2022yan de bi dawî bibe.”

Oleksiy Arestovich tekez dike ku “dema herî dawî meha Gulanê ye, dibe ku beriya wê jî şer bi dawî bibe”.

Arestovich gotiye: “Di nava du hefteyên bê de rewş dê yekalî bibe, an rêkeftin ji bo aştiyê were encamdan û artêş ji bereyên şer vekişe, an jî şerê jinavbirina hev di navbera Rûsya û Ukraynayê de dê dest pê bike.”

Roja 24ê Sibata 2022yan Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di peyamekê de şerê dijî Ukraynayê ragihand û artêşa welatê wî êrîşî Ukraynayê kir. Heta niha çend bajar û deverên Ukraynayê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve têne bombebarankirin.

Pustên heman beş