Pêşmerge gihîştin gundê “Amara” yê Ocalan!!

gunde-amara-xelfeti-ruha-kurd-kurdistan-peshmarga-grila-pkk-derew-hpg-banke-pirbila-heftenin

Rêxistina PKKê îro careke din li ser liv û tevgerên hêza Pêşmergehan derewên bêwate parvekirin û di medyaya xwe de go ku Pêşmerge hatîye Bankê û Pîrbila ji bo ku pêşiyê li Gerîlayan bigre!!

Hêzên Pêşmergehan yên Başûrê Kurdistanê di çarçûveya liv û tevgerên xwe yên rojane de ku ji hêla wezareta Pêşmerge ve tên pilan kirin, îro dewriye li nêzî gundên Bankê û Pîrbila û herêmên derdûr encam da ne, li ser vê dewriyê, rêxistina PKKê nirxandin kirîye û di medyaya xwe de dîsa derewên bêwate belav kirine.

Medyaya fermî ya PKKê gotîye: “Hêzên PDKê li gel dehan wesaytên zirxî serê sibehê ji bo operasyonê derbasî Heftenînê bû”.

Her wiha gotîye: “Balkêşe ku cihê hêzên PDKê dixwaze lê bi cih bibe ew herême ku hêzên Gerîla çalakiyên bi bandor li dijî dewleta Tirk ya dagîrker dike, PDKe bi vê hewldanê re dixwaze pêşî li hêzên Gerîla bigre”!!.

Qey Pêşmerge dixwaze li gundê Apo bi cîh bibe?!

Medya PKKê wisa bas li hêza Pêşmergehan kirîye her weke Pêşmergehan dewriye li gundê “Amara” yê Ocalan, li navçeya Xelfetê ya parêzgeha Rihayê li Bakurê Kurdistanê encam dayî ye!!

Her wiha bi awayekî wisa navê Pêşmergehan anîye ziman ku ew weke hêza PDK ê nîşan da ne.

PKKe bi van nûçe û derewên xwe yên bêwate, hewl dide ku tuhmetan ji boy Pêşmergehan çêbike ku ev Pêşmergene hatine û dixwazin pêşiyê li Gerîlayan bigirin, li demekê PKKê gundê rêberê xwe yê zîndan kirî û tevahîya Bakurê Kurdistanê bo Tirkan hiştîye û hatîye li çiyayên Başûr razaye û her roj gundekî Başûr pêşkêşî dewleta Tirk dike.

Balkêşe her dera PKKê çalakiyên bi bandor lê encam dan, ew der dikeve destê Tirk ê dagîrker, yan dibe qada şer û tê çol kirin!!

PKKê di nûçeya xwe da gotîye: Cîhê ku Pêşmerge dixwaze lê bicîh bibe, Gerîla çalakiyên bi bandor li wir li dijî dewleta Tirk encam dide!! Lê belê şêniyên gundên Bankê û Pîrbila û herêmên derdûr hemû dizanin ku heger çalakiyên bi bandor li wir hatban encam dayîn, her roj gundekê herêmê ji ber Berxwedana Saxte ya PKKê nedhat çol kirin.

Şêniyên herêmê dizanin ku liv û tevgera Pêşmergehan ji boy wê ye ku gundên mayî yên parêzgehîya Dihokê zêdetir nekevin jêr destê artêşa Tirk û êdî neyên çol kirin, ji ber ku Pêşmerge baş dizane her dera PKKê berxwedana xwe û çalakyên xwe yên BI BANDOR lê geş kirbin, ew der di nava 2 heya 3 rojan de ji boy artêşa Tirk maye û artêşa Tirk têde bi cîh bûye.

Li dawiyê jî şêniyên gundên Bankê, Pîrbila û herêmên derdûr pêwîste vê pirsê ji PKKê bikin:

  •  Qey ev 43 sale Pêşmergehan pêşî li berxwedana we girtîye ku heya niha we 43 metrên xaka Bakurê Kurdistanê rizgar nekirine?

  • Qey Pêşmergehan pêşîy li we girtîye ku gundê Amara cendirme têde bicîh bûne?

Her Kurdek dizane ev 43 salin her dera PKKe ketbe têde, artêşa Tirk li wir bi cîh bûye, ev leystoka “Girûpa Enqerê” ji mêj ve ji boy her Kurdekî weke çavê rojê aşkera û zelal bûye.

Pustên heman beş