Pasewanên sînor du nuqteyên din li Heftenînê cêgîr kirin

حرس الحدود-حفتانین-pasewanen sinor-zavo-batifa-kurd-kurdistan-iraq-pkk-turkey

Hêzên pasewanên sînor yên artêşa Îraqê, îro du nuqteyên din li devera Heftenînê, ji boy pêşî girtina li artêşa Tirk cêgîr kirin.

ÇavkanIyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, îro roja sêşemî 15/3/2022ê, hêza pasewanên sînor ya artêşa Îraqê du nuqteyên xwe li devera sînorê navçeya batîfa li Heftenînê cêgîr kirin, ev nuqte ji bo pêşî girtina li pêşvehatIna zêdetir ya artêşa Tirk hatine çêkirin.

Dest nîşan kir, her wiha yêk ji armancên din yên belavbûna hêza pasewanên sînor eve ku şêniyên deverê û gundên girêdayî Batîfê serbest hatin û çûn û kesabeta xwe ya li gundan encam bidin.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha dest nîşan kirine ku ev nuqte li her yêk ji çiyayê Bihnîn û çiyayê hindava gundê Bankê hatine cêgîr kirin.

Hêjay gotinê ye, rêxistina PKKê ji bo ku xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêze, liv û tevgera çekdarên xwe xistine nava gund û dorbera bajarokan û bi vê sedemê ev gund dewam dikevin ber êrîşan û tên çol kirin.

Pustên heman beş